Emîrê nîşanvanên li Kerkûkê hat kuştin

kirkuk-isis-iraq (2)

Rêveberiya Hewalgîrîya Leşkerî ya Îraqê, kuştina emîrekî DAIŞê li Kerkûkê ragihand.

Hewalgîrîya Leşkerî ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand, piştî çavdêriya sê mehan û komkirina zanyariyan, emîrê DAIŞê yê bi navê Yasîn Sukir Mihemed Izzî (Ebû Qutade) li başûrê Kerkûkê hat kuştin.

Diyar kir jî, Ebû Qutade ku wek emîrê nîşanvanên DAIŞê dihat naskirin, di operasyona hevbeş a hêzên Rêveberiya Hewalgîrîya Leşkerî û Dezgeha Dijeterorê de li geliyê El-Şay hate kuştin.

Rêveberiya Hewalgîrîya Leşkerî aşkere kir jî, du çekdarên din ên DAIŞê jî li devera Bomihemed li geliyê EL-Şay di kemînekê de birîndar bûn.

Ji aliyekî din ve, Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Îraqê ragihand, berpirsê ku pereyan li malbatên DAIŞê yên li parêzgeha Kerkûkê belav dike jî, hate desteserkirin.

Pustên heman beş