Îro Mela Bextiyar vedigere Herêma Kurdistanê

Biryare îro Şemiyê demjimêr 1ê piştî nîvro, endamê Encûmena Bilind ya Siyasî û Berjewnediyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Mele Bextiyar ji Almaniya vegere bajarê Herêma Kurdistanê.

Merîwan Elî berpirsê ofîsa ragihandina Mele Bextiyar ji Tora Medyayî ya Rûdaw re got, ku wê îro şemiyê, Mele Bextiyar ji nexweşxaneyê derbikeve, û ji Berlînê ber bi Silêmaniyê ve birê bikeve, û demjimêr 1 balefira Mele Bextiyar digihe Silêmaniyê.

Piştî ku pizîşkan pişkinînên dawiyê ji Mele Bextiya re li Almaniya çêkirin, rê dane wî ku ji nexweşxaneyê derkeve, û vegere Kurdistanê, û biryar e piştî vegera xwe, Mele Bextiyar konferanseke rojnamevanî lidar bixe.

Mijara jehrîkirina berpirsên YNKê piştî bûyerên 8ê Tîrmehê, bûye rojev, taybet jî piştî ku Hevserokê YNKê Bafil Talebanî got, belgeyên wî hene ku hevserokê din ê partiyê Lahûr Şêx Cengî ew jehrî kiriye û gotibû, ew dê belgeyan jî eşkere bike.

Li gor zanyariyên Rûdawê, Mela Bextiyar roja 20ê Cotmehê Herêma Kurdistanê bicî hiştiye û li nexweşxaneyeke Almanyayê çareseriyê werdigirtibû, lê Hesen Nûrî vegeriyaye Herêma Kurdistanê û rewşa tendirustiya wî baş e.

Pustên heman beş