Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê dibêjin, PKK û PYD nahêlin rojnamevan û çalakvanên ku mîna wan hizir nakin, li Rojava kar bikin ji ber wê jî heta niha çend rojnamevan ji Rojava sirgûn kirine.
Roj bi roj xelkê Rojavayê Kurdistanê bi taybet rojnamevan û çalakvanên siyasî ji aliyê rêveberiya PYD û PKKê ve zêdetir tên guvaştin û tengavkirin. Tenê rojnamevanên ku peyayên wan in yan jî nêzîkî rêjîma Sûriyê ne, dikarin li wir kar bikin, yên din digirin yan jî sirgûn dikin.
Rojnamevanekî kurd yê Rojavayê Kurdistanê bi navê Barzan Liyanî ku havîna îsal ji ber karên rojnamevaniyê ji aliyê rêveberiya PYDê ve hatibû girtin û piştî çendîn mehan paşê hatibû berdan, ji BasNewsê re behsa çawaniya girtina xwe kir û got, derengiya şevê hatin ez girtim û çavên min girêdan û ez birim cihekî ku ti kesî nizanîbû ez li ku me.
Barzan Liyanî her wiha got, çekdarên PYDê ji min re gotin werin karê me bi te heye lê destûra dadgehê bo girtina min nebû, bi serê xwe ez girtim.
Wî rojnamevanî da zanîn jî, dema wî davêjin girtîgehê çend caran pirs kiriye ev der kuder e û çima girtine lê ti kesî bersiva wî nedida û got, lê min dizanî girtina min ji ber raya û nêrîna cuda ye.
Bi gotina Barzan, herî kêm pênc caran lêpirsîn li wî kiribûn û hemû jî li ser azadiya rojnamevanî û nêrînên cuda bû û piştî 3 meh û 22 rojan ew berdan.
Serokê sendîkaya rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê, Umer Koçer jî ji BasNewsê re got, rewşa nêrîna azad û xebatên rojnamevaniyê li Rojavayê Kurdistanê kambax e û her rojnamevanekî ku ne li gel wan be nikare kar bike.
Umer Koçer her wiha got, rêveberiya xweser azadiyek temam daye rojnamevanên rêjîmê lê rojnamevanên nêzîkî ENKS digire, îşkence dike û sirgûn dike û dişîne Herêma Kurdistanê.