Osman Ocalan koça dawî kir

Osman Ocalan koça dawî kir

Siyasetmedarê kurd û birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan ji ber Koronayê koça dawî kir.

Siyasetmedarê kurd Osman Ocalan îro danê sibê li yek ji nexweşxaneyên Hewlêrê koça dawî kir.

Tê gotin ku Osman Ocalan ji ber Koronayê canê xwe ji dest daye.

Osman Ocalan birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan e ku sala 1958 li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayîk bûye.

Osman Ocalan demek dirêj di nav PKKê de ma lê sala 2004 ji PKKê veqetiya û li Herêma Kurdistanê bicîh bû.

Li gorî agahiyan, termê Osman Ocalan dê li Herêma Kurdistanê were veşartin.

Osman Ocalan du caran zewicîbû û bavê 4 zarokan bû.

Pustên heman beş