Ocalan dixwaze cenazeyê birayê wî Osman Ocalan bînin Rihayê

Mehmet Ocalan dixwaze cenazeyê birayê wî Osman Ocalan bînin Rihayê

Birayê Abdullah Ocalan, Osman Ocalan îro ji ber nexweşîya vîrusa koronayê li nexweşxaneya Newroz a Hewlêrê koça dawî kir.

Destpêkê hatiye ragihandin ku wê termê Osman Ocalan li Herêma Kurdistanê were veşartin, lê birayê wî Mehmet Ocalan ku li bajarê Rihayê li gundê xwe dimîne ragihand ku ew dixwazin cenazeyê Osman Ocalan vegerînin bakurê Kurdistanê û li wir veşêrin, lê wê ligel wan zarok û hevjîna wî jî biryarê bidin.

Mehmet Ocalan piştî belavbûna nûçeya birayê wî, daxwaza xwe ya anîna cenaze aniye ziman û gotiye, ew dê bi rêya parêzeran bi birayê xwe yê mezin Abdullah Ocalan re bişêwirin û li gorî wê nexşerêyekê ji bo cenazeyê birayê xwe deynin.

Mehmet Ocalan diyar kiriye ku ew bi wefata birayê xwe gelek xemgîn in û got, “Zarok û hevjîna wî dê biryar bidin. Em dê biryarekê bidin.”

Herwiha Mehmet Ocalan li ser beşdariya merasîma oxirkirina birayê xwe jî gotiye, “Me hîn biryareke tekez nedaye. Em dê li gor rewşê biryar bidin.”

Osman Ocalan birayê rêberê PKKê Abdullah Ocalan e ku sala 1958 li gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye.

Osman Ocalan demek dirêj di nav PKKê de maye lê sala 2004an ji PKKê cuda bûye û li Herêma Kurdistanê bicih bûye.

Osman Ocalan du caran zewicî bû û bavê 4 zarokên wî hene.

Pustên heman beş