Çeteyên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 120 darên zeytûnan ên şêniyekî Kurd birîn

Çeteyên girêdayî Tirkiyê li Efrînê 120 darên zeytûnan ên şêniyekî Kurd birîn

Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, 120 darên zeytûnan ên şêniyekî Kurd li Efrînê birîn.

Li gor çavkaniyên xwecihî ji Efrînê belav kirine, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, 120 darên zeytûnan ên welatiyê Kurd li nêzîkî Pira Nû li derdora bajarê Efrînê birîne.

Zanyarî didin zanîn, darên ku hatine birîn ên kesekî bi navê Mihemed Elî Hebîb bûne ku xelkê nahiya Bilbilê ye.

Heman çavkaniyan eşkere kirine, koma darên wî welatiyê Kurd birîne, çekdarên koma Siqûr el-Şemal bûne û bi armanca şewitandin û firotina wan daran li bazarê ew kar kirine.

Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji bihara sala 2018an ve û di encama operasyoneke bi navê Operasyona Çiqlê Zeytûnê, ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi vî welatî ve hatiye dagîrkirin.

Pustên heman beş