Operasyonên artêşa Tirkiyê li navçe û parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê berdewam in. Li sînorê parêzgeha Colemêrgê operasyoneke nû bi navê “Eren Zivistan-4” destpê kir.
Li gor daxuyaniya ku îro Sêşembê 16ê Mijdara 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyonê vê sibê bi navê “Eren Zivistan-4” bi beşdarbûna 1240 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.
Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîllayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatine.
Operasyona “Eren Zivistan-2 Amanos” roja Pêncşemê 11ê Mijdara 2021ê li devera Amanosa sînorê parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê bi beşdarbûna 718 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme ya Edenê, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir, ku ji 62 tîmên cuda pêk dihat.
Operasyona “Eren Zivistan-3” roja Duşembê 15ê Mijdara 2021ê li sînorê parêzgehên Amed û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê bi beşdarbûna 2 hezar û 103 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiribû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, operasyona îro Sêşembê 16ê Mijdarê, bi navê “Eren Zivistan-4” bi beşdarbûna 1240 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye ku ji 80ê tîman pêk tê.
Operasyonên Tirkiyê li nav wî welatî zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li 15 navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine.