Mesrûr Barzanî: Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniya kûr e

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di çarçoveya panelekê de li Korbenda Aştî û Asayişa Rojhilata Navîn a li Zanîngeha Amerîkî – Kurdistanê li Duhokê ragihand: “Pirsa koçberan ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya koçberên Kurd li sînorên Ewropayê ji bo me girîng e.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Axaftina li ser mijara koçberên li Belarusê ji bo me cihê nîgeraniya kûr e, selametiya wan koçberên li ser sînor û li wan daristanan ji bo me xala pêşîne ye, gelek kes in, ji welatên cuda cuda hatine, li wir asê mane, lê belê xelkê Kurdistanê jî tê de heye.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Mixabin ew kes hatine xapandin ji aliyê çend grûpan ve, ku bazirganiyê bi mirovan dikin, hejmarek grûpên taybet in, hinek kesên din jî ji derve û Belarusê destê wan di vê qeyranê de heye. Ew kes ji vir ji ber ti zextek neçûne, wan bi awayekî gelek yasayî serdana wan deveran kirine, ti hêleke esmanî geşta wan qedexe nekiriye, kes rê li ber wan nagre kî geşt dike, bi awayekî azad geşta xwe kirine.”

Herwiha da zanîn: “Bi mixabinî ve rewş li wir gelek sar e, me hinek wêne li ser ekranan dîtin, ji bo min cihê nîgeriyaniyê ye, bi taybetî zarokên li wir, ew zarok bêtawan in, mixabin ew zarok baca milmilaniya siyasî didin. Me pêwendî pêk aniye, em bi aliyên pêwendîdar re ketine têkiliyê û ji Bexdayê heta welatên din, da ku em rêyek bibînin, ewên dixwazin bi selametî vegerin, me ji hevkar û hevbeşên xwe daxwaz kiriye ku bilez alîkarî bigihînin wan kesên li wir asê mane. Gelo ew vedigerin an diçin cihekî din, pirsa girîng ev nîne, em çaverêya vegera wan dikin, tiştê girîng ku ez li vir bibêjim, mixabin hinek zanyariyên nerast hatine belavkirin, çima ew çûne û çima li wir in, piraniya wan bi awayekî azad geşt kirine, ji Kurdistanê çûn û ti qedexekirinek li Kurdistanê tune ye, Kurdistan cihekî aram e, ji bo jiyanê asayîş tê de ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser aware û penaberên li Herêma Kurdistanê û diyar kir: “Me cih dane zêdetirî milyonek aware, me hembêza xwe ji bo wan vekir, ku ji welatên cuda cuda hatine. Ew neçûn cihekî din û hatin Kurdistanê, çimkî aramî hîs kirin, loma ti wateya wê tune ku bibêjin ew kes ji ber nearamiyê Kurdistan bi cih hîştin, lê belê tiştê tê gotin ‘ew kes li pey derfetên din digerin’, hinek kesên din dibêjin ‘asayî ye ku ew biçin, çimkî kêşeya darayî heye’, dibe ku ev rast be, lê belê qeyrana darayî xeletiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne, weke hûn jî dizanin kêşeya me ligel Bexdayê hebû, ku bi salan e, ji sala 2020 û 2021ê zêdetir, di 12 mehên wan her du salan de budceya Herêma Kurdistanê ji Bexdayê nehat, tevî wê qeyrana Koronayê jî li aboriya me da, aboriya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê tûşî qeyranê bû, derfetên kar kêm bûne, Bexdayê jî pere nedişand, gefeke mezin li ser me bû, lê belê me karî xebatên xwe bidomînin û dest bi çaksaziyê bikin, belê me nekarî mûçeyên hemûyan weke pêwîst bidin, lê belê me li gor pereyên li ber destê me bû me mûçe dan, her meh me karî pere bidin.”

Derfetên kar di serdema Kabîneya Nehem de

Li ser pirsa derbarê xebatên Kabîneya Nehem û pêkanîna derfetên kar ji bo ciwanan, Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ji wê dema ku kabîneya min dest bi kar kiriye, me heta niha zêdetirî 120 hezar derfetên kar pêk anîne, di sekrora taybet û projeyên cuda de, beşek ji wan hikûmetê dabîn kirine, beşeke din jî sektorên cuda dabîn kirine, ku bi sponsoriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye, bi rastî derfet heye ku xelkên din jî kar bikin, eger bala xwe bidin, xelkê ji Asya, Filîpîn û çend derên din hatine û li Herêma Kurdistanê dixebitin, xelk hene ji Lubnan, Efrîqa, Tirkiye, Îran û çend beşên din ên Iraqê hatine Herêma Kurdistanê û kar bi dest xistine, birayên me yên Ereb hatine û kar ketiye destê wan, çima xelkên biyanî dikarin li Herêma Kurdistanê kar bi dest bixin, lê xelkê me nikare, bi rastî ev pirs bi karê ku xelk dixwazin ve girêdayî ye, eger tu dixwazî karekî baş bikeve destê te, divê li pey derfetên cuda bigerî, ez xwazyar im ev mijar ji xelkê re were zelalkirin.”

“Kesên bixwazin vegerin, em ê wan bînin”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Ez dixwazim zanyarî bi awayekî xelet negihe xelkê, ji bo ku ber çavê xelkê zelal be, sedema vê koçberiyê çi ye? Hinek kes diçin li derfetên din digerin, nabe hûn bibêjin reviyaye, eger biçin û her dema bixwazin vegerin, Herêma Kurdistanê mala wan e. Em di xizmeta wan de, em dikarin bibêjin ku hinek ji wan koçberan bi deh hezaran dolar dane kompaniyên geştyariyê, hinek kes ev rewş ji bo mebesteke diyarkirî bi kar aniye, wan kesan bi kar tînin, eger kesekî ku ew qas dolarên wî hebe, dikare derfeteke xebatê ji bo xwe bibîne, me dîtiye ku xelk li Silêmanî, Hewlêr û Duhokê pîşesaziyên biçûk ava kirine. Niha em ligel hikûmeta federal dixebitin, me hinek destpêşxerî kirine, kesên bixwazin vegerin, em ê wan bînin.”

“Barê milyonek aware li ser milê Kabîneya Nehem e”

Li ser aboriya hebûna awareyan li Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em jibîr nekin ku milyonek aware li Herêma Kurdistanê hene, barê wan li ser milê me ye, hikûmeta federal ev yek nekir, her çiqas hikûmeta federal pere ji bo kampan xerc kiribe jî, ev gelek gelek kêm e, loma ji bilî hinek rêxistinên mirovî û navdewletî ku kar kirine, barê giran û xwedîkirina awareyan li ser milê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”

“Bexdayê ti car %17ê budceyê ji Herêma Kurdistanê re neşandiye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê budceyê de diyar kir: “Beriya niha em çendîn car li ser vê yekê axivîne, Herêma Kurdistanê ti car %17ê budceyê wernegirtiye, heta dema rewşa aboriyê gelek baş bû jî, tê gotin Hikûmeta Herêmê ji sedî 17ê budceyê wergirtiye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti car bi vê rêjeyê budce wernegirtiye.”

“Desthilata niha ya Rojavayê Kurdistanê berdewama PKKê ye”

Li ser pirsa man û vegera Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku piştî êrîşa Tirkiyê di sala 2019an de bi ser Rojava de kir û gelek kesan xwe spartin Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Ew venegeriyane, tenê kêm kes vegeriyan, piraniya wan man, sedem jî ew e ku ew ji ber şerê DAIŞê reviyan, lê belê mana wan ji ber şerê DAIŞê nîne, ew wisa difikirin ku sîstema niha ya li Rojavayê Kurdistanê hevbeş û berdewama PKKê ye û ew aramiyê hîs nakin, loma venegeriyane.”

Pustên heman beş