Li bajarê Hewlêrê, ew kafeteriya ku sirûda partiya hilweşiyayî ya Beis ya Iraqî belav kiribû, hat girtin û sizadan.
Parêzgariya Hewlêrê ragehandiye, piştî belavbûna vîdeoyekê di sosyal medyayê de hat dîtin ku di kafeterya “Permî Ciyano” de sirûda rêjîma Beis tê belavkirin. Ji ber wê jî biryar hat dayîn kafeteriya were daxistin û xwedanê jî bê girtin û sizadan.
Di daxuyaniya parêzgariyê de hatiye gotin, bila xelk û welatiyên parêzgeha Hewlêrê piştrast bin ku yên ku karên wiha dikin, mebesta wan têkdana nirxên niştimanî û netewî û heqaretkirin e li pîroziya xwîna şehîdan û xebata gelê me. Ew dixwazin welatiyan aciz bikin. Ji ber wê jî bi ti awayekî nayê qebûlkirin û dê rûbirûyî sizayê bibin.