“ Heger Demirtaş wê sozê bide, derhal tê berdan!”

“ Heger Demirtaş wê sozê bide, derhal tê berdan!”

Rojnamevan û parlamenterê berê yê Partiya Komariya Gel (CHP) Mustafa Balbay îdia kir ku heger Selahattîn Demirtaş sozekê bide deshilatdariya AKPê ji bo hilbijartinan wê ji girtîgeha Edirneyê bê berdan.

Balbay gotiye, niha tifaqa AKP-MHPê ji bo hilbijartinên seroktiyê dengên 50+1 nikare derxe û nîqaşek li ser wê mijarê daye destpêkirin ku li gorî anketên çêdikin jî Tifaqa Cumhur nikare di wê rêjeyê de dengan bistîne.

Balbay gotiye, AKP bazariyekê niha bi HDPê re diceribîne û bi soza ku Selahattîn Demirtaş bibe namzetê hilbijartinên seroktiyê û nehêle dengên HDPê ji Tifaqa Millet a CHP-IYIP re biçin, wê derhal ji girtîgehê bê berdan, lê niha di vê qonaxê de ew pêk nayê.

Pustên heman beş