Sê çekdarên din ên rêxistina PKKê îro li çiyayê Metîna yê Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşa balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê û jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja çarşemî 17/11/2021ê parvekirine, balefirên cengê êrîş li çiyayê Metîna û Xakurkê encam dane û liv û tevgerên çekdarên PKKê hatine hedef kirin.
Dest nîşan kir, di êrîşan de, 3 çekdarên rêxistina PKKê jiyana xwe ji dest dane. Rêxistina PKKê tu agahî li derbara êrîşan parvenekirine.