Parlamentoya Kurdistanê roja şehîdan diyar dike

پێشمه‌رگه‌-كوردستان-peshmarga-kurdistan-flag (2)

Parlamentoya Kurdistanê ragihand; Lijneya Karûbarên Şehîdan û Jenosîd û Zindaniyên Siyasî çend mijarên girîng gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Parlamentoya Kurdistanê, bi mebesta gotûbêjkirina çend mijarên girîng ên li ser karûbarên şehîdan, Lijneya Karûbarên Şehîdan û Jenosîd û Zindaniyên Siyasî li parlamentoyê civiya.

Parlamentoyê eşkere kir ku lijneyê li ser danîna nexşerêya nasandina mijara tawanên jenosîd bo civaka navdewletî gotûbêj kir. Herwiha diyarkirina Roja Şehîdan li Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkriin û ji bo vê biryar hat dayîn ku ligel aliyên siyasî yên Herêmê bişêwirin û rojek bi biryareke parlamentoyê ji bo şehîdan were diyarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Roja Cîhanî ya Jenosîdê konferansek dê were lidarxistin.

Pustên heman beş