Çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve, bavek û kurê wî li ser rêbendeke bajarê Efrînê revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpa çekdar a bi navê “Polîsa Azad” roja 12ê Mijdarê Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî revandin.
Diyar kir jî, Ebdulrehman Hesen û kurê wî Rodî ji gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê me û dema diçûn nexweşxaneyeke Ezazê, li rêbenda Qos a bajarê Efrînê hatin revandin.
Destnîşan kir jî, ew her du bi tometa ku pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûn hatine revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.