Li gora daxûyaniya wezereta navxwe ya Tirkiye ,îro li Sêrtê (Dihê) li devra Deşta Mişarê, Çiyayê Reş û derdora wê operasyonek nû ya hêzên ewlehiya Tirkiye li himber PKKê destpê kirye. Operasyon binavê Eren Zivistan -5 hatiye li darxistin.
Di vê derbarê de wezereta navxwe daxûyaniyek ragihand û dibêje: Eren Zivistan-5 (Baggoze- Eynê)” bi beşdarbûna 700 leşkerên ser bi Fermandariya Cendirme û gundparêzan destpê kiriye.
Tê zanin ku gelek deverên bakurê Kurdistanê li dijê PKKê operasyonên Zivistanê destpêkirine û deverên operasyon lê çêdibin çûyin hatin û derketina derve ji bo gundiyên deverê tê sinorkirin.