Çapemeniya PKKê, xebatên xwe yên ku tu nirxên wan yên etîk nîne û li ser derew û îftirayê avakirine, bênavber didomîne, li gor medyaya PKKê, li Kurdistanê ji PKKê rasttir û diristir tu tevgerek nîne, ji xeynî PKKê hemû partiyên Kurdan û kesên ku piştgiriyê didin wan partîyan ajanin, bi pereyan hatine kerrîn, li gorî PKKê eger ew nebana, li ser rûyê erdê tiştek bi navê Kurdan nedibû û nedima, li gorî PKKê tenê Şervanên wan qehreman in, her hêzeke din a çekdarî xayin û sîxûrin.
Qey tiştek nîne ku PKKê îflah bike?
PKKe van tiştan pirr bi şanazî,pozbilindî û vekirî dibêje, êdî mirov dikeve gomanan qey tiştek nîne ku PKKê îflah bike? Ne rexne, ne şîret û ne jî hevalbendî dikare PKKê ji vê pozbilindîyê dûrbixe, hûn çi bikin jî hûn nikarin çareser bikin ji ber ku PKKe tenê ji bo wêrankirin, qedandin û tunekirinê û li ser destkeftên hêzên jinavbirî hatîye damezrandin.
Yên destê dostanî dirêjî PKKê kirî, piştî demekê wê bibîne ku wan milê xwe winda kiriye, Mînaka vê ya herî baş YNK ye, Yek ji sedemên sereke yên windabûn û perçebûna YNKê ya îro jî ew tawîzên ku ji sala 2013 an ve ji PKKê re kirî ye û bûye sedem ku PKKe bi xwe bikeve nav mala YNKê, PKKe ji kûltira kemal û merîfeta Kurdayetî dûre, ew xwedîya pîvan û exlaqê çepê Kemalîstê Tirkane.
Hûn li gel PKKê heval jî bin, ewê dîsa bixwaze we tune bike
Yanî hûn li gel PKKê heval jî bin, ewê dîsa bixwaze we tune bike, parçeyekê ji we qud bike rûne şûna we, nemaze heke xistibe hişê xwe, wê hezar û yek hincetan peyda bike ku dijî we şer bike, ger hewce bike ku ji bo berjewendiya xwe we tune bike, dê bingehek teorîk jêre çêbike, dê rojane dijî we gotgotkan belav bike, atmosferekê kaosê çêdike, provokasyonê ava dike, wê her hincetekê bibîne ku êrîşî we bike, dibe ku xeletiya herî mezin a partiyên Kurd ewe ku li benda lihevhatinekê bi PKKê re ne, alozî û nakokiyên bi PKKê re, weke kêşeyên demkî şîrovekirine ev jî dihêle ku PKKe bihêz bikeve.
Mijara PKKê ka çawa alternatîvên xwe ji bo ku cih ji xwe re çêbike hilweşandine û çawa serî li rêbazên êrîşkar û tepeserker da ye, di nava cewê sîyasîyê Kurdan de hîn bi têra xwe nehatî ye kifşkirin.
Partiyên Bakurê Kurdistanê jî, ku di salên 1970-80 î de PKKê kadiroyên wan yên herî bi qîmet dikuştin, hîn jî derbeya ku PKKê li wan daye têra xwe fêm nekirine, sedema bingehîn a marjînalbûna partîyên Bakûr jî ewe ku vî aliyê PKKê nabînin û li gorî vê tevnagerin.
Dibe ku têgeha qisas kirinê li her derê nerast be, lê rastiyeke têkoşînê heye: Divê hûn bi zimanekî ku ew jê fêm bikin li dijî xerabkar û çeteyan şer bikin, hûn nikarin bi rêxistineke mafyayê re rûnên û di çarçoveya pêkanînên demokratîk de têkiliyan pêş bixin û bibêjin hûn xeletin, pêwîste bi zimanekî ku ew jê fêm dike bersiv bê dayîn.
Sedema ku PKKe ev qas êrîşkar bûye ewe ku bi zimanê ku ew jê fêm dike bersiva wê nehatîye dayîn
Sedema ku PKKe ev qas êrîşkar bûye ewe, bi zimanê ku ew jê fêm dike bersiva wê nehatîye dayîn, PKKe êrişî pîroziyên her kesî dike, ziman dirêjîyê li ser her tiştî dike, li ser her tiştî nîqaşan dike, heqaretê li her tiştî dike, ji her tiştî re dibêje xayîn, li hemberî vê ziman dirêjî û rêbaza êrîşkar a PKKê, jibilî çend dengên qels tu bersivek bihêz nayê dayîn, Di qada siyasî de ji vê re «têkoşîna ji boy hebûnê» tê gotin, ango heman asta bersivdayînê, ev ne tolhildanekî gundiyane, ev têgehekî navneteweyî û dîplomatîke.
Bi kurtî hemû cinayet, kuştin, înfaz û kiryarên PKKê kirine, bi heman şêwazê bersiv nedayînê, hişt ku PKKe serxwe da biçe, weke zarokên daxwazker heya ku şeqekê lênedî, ew nasekine, em mînakekê bidin: Medyaya PKKê ev du rojin xizm û karên hinek Pêşmergeyên Roj bi gotinên wekî werin teslîm bibin, derdixe ser TV yê û 24 saetan diweşîne, ji ber çi sedemê dibe bila bibe ev kes çi bang dikin bila bikin ne girîng e, ya girîng ewe ku ev Pêşmergeyên Roj ku bi sedan şehîd dane û li eniya şer li dijî DAÎŞ û Haşda Şabî şer kirine, xwedî rolekî pir berzin, lê PKKe tenê ji bo veşartina peywendiyên xwe bi Şamê re, vê hêza ji kurr û keçên Rojava pêkhatî, weke çete destnîşan dike.
PKKe şêwazê dewleta Tirk bikar tîne, lê bi dehan kesên ku ji PKKê veqetîya yî hene, rojekê jî TV yên Başûrê Kurdistanê ev kes dernexistin ser şaşên têlevîzyonê.
Di van 3 salên dawî de nêzîkî 60 jinên ducanî ji PKKê reviyan
Weke mînak bejim, tê zanîn ku di van sê salên dawî de nêzîkî 60 jinên ducanî xwe spartine hêzên ewlehîyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li Heman demê, kesên ku li Rojava di zindanan de mabûn û bi mehan îşkence li wan hatibû kirin û di yek hucreyê de hatin ragirtin jî xwe spartin hêzên Pêşmerge, lê ev kese ne rojekê jî di televîzyonan de nehatin weşandin, bi dehan malbatên ku ji bo zarokên xwe bigirin çûn Qendîl û Garê, rastî êriş û kirêtkirina PKKê hatin û wan xwestin bi rêya televîzyonê rewşa xwe bi raya giştî re parve bikin lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nexwest kêşên navxweyî mezin bike, loma jî ew hewldan hatin asteng kirin.
Bi çeteyan re dostanî nabe
Ew jinên ku ji bin pozê Cemîl Bayik û Mirad Qarayilan reviyane, heke biaxivin, îhtîmalekî mezin axiftinên wan ji gotinên wî kesê ku dibêje “nebin pêşmergeyên Roj” gelek balkêştir bin, hem di astê exlaqî hem jî magazînî de, lê kesî ev yek bi PKKê nekir, loma jî PKKê roj bi roj bêexlaqtir êriş birin ser nirxên Kurdan, weke ku me gotî, “bi çeteyan re dostanî nabe”, divê bi zimanê ku jê têdigihîjin bersiva çeteyan bê dayîn.