Tirkiyê tohmetbarekî din ê kuştina malbata Kurd azad kir

konya-kurd-turkey-mahkeme (1)

Bi biryara dadgehê kesekî din ji tohmetbarên dosyeya kuştina heft endamên malbata Kurd a parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê hat azadkirin. Bi vê biryarê ji 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya wê malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, 12 hatin azadkirin.

Roja Înê 19ê Mijdara 2021ê Çaremîn Dadgeha Cezayên Giran a Konyayê biryara azadkirina Îbrahîm Keleş ê xizmê nêzîkê Mehmet Altun ê kujerê malbata Kurd a parêzgeha Konyayê da. Dadgeha Konyayê 19ê Cotmeha 2021ê derbarê tohmetbarê serekî yê kuştina wê malbata Kurd Mehmet Altun de cezayê heft car zîndanîkirina heta hetayê dabû, herwiha dayîk, bav û hevjîna wî hatibûn azadkirin.

Êvara roja Înê 30ê Temûza 2021ê, heft endamên malbateke Kurd li navçeya Meram a bajarê Konya yê Tirkiyê bi çekê hatin kuştin ku çar ji wan jin bûn. Kujerê wê malbata Kurd, bo veşartina tawanê xwe, agir bi mala wê malbata Kurd xist.

Piştî bûyerê, Serokatiya Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi tundî ew bûyer şermezar kirin û daxwaza cezakirina kujeran kirin.

Aliyên opozisyona Tirkiyê jî nerazîbûn pêşandan û AKP bi derxistina tevlîhevî, siyaseta kîn û nefret û dijayetîkirina Kurdan tohmetbar kirin.

Pustên heman beş