Dema 5 salane ciwanekî Rojavayê Kurdistanê windaye

Dema 5 salane ciwanekî Rojavayê Kurdistanê windaye

Ciwanekî kurd, ji beriya 5 salan ve li Elmanyayê winda bûye, û ta roj îro, malbat tu agahiyekî li ser nizanin û dangûbasên wî hatine birîn.

Ciwanê kurd Mustefa Îbrahîm, ku xelkê gundê Til Rehman yê bi ser Dêrika Rojavayê Kurdistanê ve ye, ji beriya 5 salan ve li Dortmonda Elmaniya winda bûye, ta niha jî tu zaniyariyek li ser tune ye.

Mustefa Îbarhîm, jidayîbûyê sala 1996an e, û nişteciyê bajarê Dortmondê bû, ji bo diyarkirina cihê wî malbatê bangek belav kir tê de daxwaz kirin ku her kesek nûçeyekê li ser bizanibe peywendiyê bi malbatê re bike, lê heya niha ti kes û alîyekî zanyarî li ser wî û sedemên winda bûna wî bi malbata wî nedane û heya niha ti ji çarenvîsa wî nayê zanîn

Pustên heman beş