Çekdaran 6 kalemêr ji gundekî Efrînê revandin

عه‌فرین-efrin-عفرين

Çekdarên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 6 kalemêr ji gundê Memila revandin.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re ragihand, grûpa çekdar a bi navê Mihemed El-Fatih roja 18ê Mijdarê 6 kalemêr ji gundê Memila yê li navçeya Raco revandin.

Kesên hatine revandin navên wan wiha ne: Samî Henan, Mihemed Kolîko, Necîb Halo, Mihemed Hesen, Neşet Kurdî û Mihemed Hekîm.

Ji meha Cotmeha borî ve, zêdetir ji 30 kesî ji gundê Memila hatine revandin, piştî ku çekdaran fidya ji malbatên wan distandin, ew berdidin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê de, bi hezaran Kurdên Efrînê hatine revandin û heta niha çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Çalakvanên Efrînê dibêjin, grûpên çekdaran bi armanca standina pere, fidye û bacan ji Kurdên Efrînê û ji bo ku Kurd koçber bibin, wan hemûyan bi pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re tometbar dikin û direvînin

Pustên heman beş