Wezareta Pêşmerge bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dide

Hulusî Akar-kurdistan

Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê dide û radigihîne: “Gotinên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ên derbarê înkarkirina Kurdistanê, cihê matmayînê ne”.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniyekê de ragihand, “Gotinên Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ên derbarê înkarkirina Kurdistanê, cihê matmayînê ne. Ji bo me cihê pirsê ye kesek di pêgeheke fermî ya dewletê de be rê bide xwe rastiyeke dîrokî, demografî û ciyografî înkar bike ku di rastiyê de baweriya wî bi xwe bi wê înkarê nayê”.

Wezareta Pêşmerge dibêje: “Ew birêze (Hulusî Akar) bi xwe jî serdana Herêma Kurdistanê kiriye, ji me re nabêje ka ew devera serdana wê kiriye, kû ye û navê wê çi ye?

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Eger gumana vî birêzî ji hebûna ciyografiyaya Kurdistanê heye, bila li belgename û dîroka Osmaniyan binêre, dê jê re diyar bibe Kurdistan heye yan na”.

Wezareta Pêşmerge tekez dike: “Hizra înkarkirina miletekî û ciyografiya wî, her dem jêdera pirsgirêk û kêşeyan bû û nagihe ti encamekê”.

Pustên heman beş