Ji berku PKK’e nikare li ser navê xwe û bi awayekî eşkere beşdarî hilbijartinên Herêma Kurdistanê û Îraqê bibe, yan kadroyên xwe di nava hin Partiyên Başûr de yan jî di bin navê kesên bê alî ji hilbijartinan re namzed dike û bi rêya rexnekirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û axaftinên xwe yên nelayîq wan bi xelkê dide nasandin û di hilbijartinan de dişîne parlamentoyê.
Yek ji wan qeyûmên PKKê di nava Partiyên Başûrê Kurdistanê de “Yîsra Mihemed Receb Al-Şamirî” bû, ku PKKê ev kes li sala 2018an, li ser lîsteya Nifşê Nû “Newey Niwê” namzed kirbû û şandibû parlemanê Îraqê, lê di hilbijartinên îsal yên Îraqê de ev qeyûma PKKê bi hejmara 23 li ser lîsteya bi navê “Tehalif Al-Fetih” li Mûslê hatbû namzed kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, ev qeyûma PKK’ê ku pêş niha di nava partiyeke Herêma Kurdistanê de cî digirt, di hilbijartinên îsal yên Îraqê de di nava lîsteya bi navê “Tehalif Al-Fetih” ya ku milîsên şî’e yên bi navê “‘Esaîb Ahil Al-Heq” û “Hac Alî Nasirî” yê şêwirmendê supayê pasdarên Îranê piştevaniyê lê dikin cî digirt.
Çavkaniyên me her weha ragihand, Yîsra Mihemed Receb Al-Şamirî, hemahengiyek mukim bi PKK’ê re hebû û piraniya karên girêdayî kampa Mexmûrê ji hêla wê ve di nava Hikûmeta Îraqê de dihatin cîbicî kirin.
Ev namzeda PKKê jî weke namzedên din yên PKKê bi taybetî yên li Şengal û Silêmaniyê tevî piştgiriya Heşda Şebî û supayê pasdaran nikarî dengên pêwîst bi dest bxe û dîsa di nava parlamentoya Îraqê de cî bigre, hin şîrovekarên siyasî jî didin xweya kirin ku rûyê rast ê PKKê ji her kesekî re eşkere bûye, jiber vê yekê êdî ti kes bawer bi propaganda û sozên PKK’ê nake û deng nade kesên nêzî PKK’ê.