Şanda MSDê ya bi seroktiya Îlham Ehmed wê seredana Moskowê bike

Şanda MSDê ya bi seroktiya Îlham Ehmed wê seredana Moskowê bike

Hat ragihandin ku şandeke Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya bi serokatiya Îlham Ehmed diçe Rûsyayê û bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re dicive.

Hatiye zanîn ku babeta sereke ya hevdîtinên MSDê li Moskowê êrîşên Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê li dijî navçeyên Rojavayê Kurdistanê û deverên deshilata wê ye û wê daxwaz ji Rûsyayê bê kirin li ber wan gef û êrîşan were girtin.

Herwiha xaleke din a danûstandinan jî navbeynkariya Moskowê ye, di navbera MSDê û hikûmeta Şamê de, daku hevnêzîkirinek pêk bê.

Îlham Ehmed çend roj berê gotibû, ku wan pêşniyareke Rûsî derbarê derbasbûna 3 hezar leşkerên hikûmeta Sûriyê ji bo nav bajarê Kobaniyê red kiriye û tê çaverêkirin, di vê serdanê de şanda MSDê, nerînên Rûsyayê derbarê wan mijaran de bibihîze.

Hêjayî gotinê ye, ev serdan di demeke ku nûnerên Amerîkî bi berpirsên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê û Rêveberiya Xweser re dicivin û sozên berdewamiya piştevaniyê ji bo aramiya deverê didin pêk tê. Hevdem çend roj berê bi mijara Sûriyê civînek di navbera Rûsya û Amerîkayê de, civînek hatibû lidarxistin.

Lavrov di konferanseke rojnamevanî de gotibû, ew amade ne mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bicih bikin û divê Kurd hest bikin ku ew beşek ji Sûriyê ne. Herwiha Lavrov Amerîka bi wê yekê tohmetbar kiribû ku ew piştgiriya cudaxwaziya Kurdan ji Sûriyê dike.

Pustên heman beş