Beriya bi demekê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda ligel wê gihiştin Herêma Kurdistanê.
Êvara îşev 22.11.2021ê Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde û şanda ligel wê bi serdanekê gihiştin Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.
Herwiha Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve yê Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî pêşwazî li Ann Linde û şanda ligel wê kir.
Ew serdana Wezîra Derve ya Swêdê di demekê daye ku piştî serdana Bexdayê tê biryare Ann Linde ligel berpirsên bilind ê Herêma Kurdistanê bicive.