Tirkiyê operasyoneke nû li Bakurê Kurdistanê destpêkir

eren-bedlis

Artêşa Tirkiyê Li sînorê parêzgeha Bedlîsê, operasyona “Eren Zivistan-7” li dijî gerîllayên PKKê destpê kir. Ev di demekê de ye ku Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê dibêje, hejmara gerîlayan daketiye jêr 180ê kesan.

Li gor daxuyaniyekê ku îro Duşemê 22ê Mijdara 2021ê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, operasyona bi navê “Eren Zivistan-7” vê sibê bi beşdarbûna 680 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kiriye ku ji 38 tîmên cuda pêk hatine.

Operasyonên Tirkiyê li nav wî welatî zêdeyî çar meh e bi navê operasyonên “Eren” li 15 navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Amed, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê destpê kirine.

Pustên heman beş