Analîstekî siyasî yê Rojavayê Kurdistanê ragehand, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) rê nade gelê kurd bi ti awayekî bigehe mafên xwe.
Analîstê siyasî yê Rojavayê Kurdistanê Menal Xelîl Hesko ragehand: Rejîma Sûriyê mafên gelê kurd li Sûriyê nasnake û belgeya herî mezin jî ji bo ew e mafê hemwelatîbûnê nade kurdan.
Menal Xelîl Hesko rexne li danûstandin û guftûgoyên PKKê û PYDê yên li gel rejîma Sûriyê kirin û got: ‘’Ezmûnên me li gel Rejîma Sûriyê aşkera dikin ku ew rejîme ti demekî mafên gelên kurd nasnake.’’
Analîstê siyasî diyar kir, ji ber hebûna PKKê ya nav lîsteya terorê û dest biserda girtina Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê wê partiyê ve, bûye sedem ew beşê Kurdistanê bibe qada şer û pirsgirêkên navbera Tirkiye û Îranê û PKKê.
Menal Xelîl Hesko dibêje zehmete Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) rêkeftinê li gel PYDê pêkbîne, ji ber PKK projeyekî rejîma dagirkerên Kurdistanê ye û bi hemû ayekî dijî rêkeftin û nêzîkbûna kurdan radiweste.’’
Ew çavdêr û analîstê siyasî dibêje, PKK li bakurê Kurdistanê ji aliyê saziya îstixbarata Tirkiyê ve û li Rojhilatê Kurdistanê jî ji aliyê Sipaha Pasdarên Îranê ve tê birêve birin. Herwaha li Iraqê jî bûye hêzeke milîs a ser bi Heşdî Şeibî û li Rojavayê Kurdistanê jî bûye parazvanê rejîma Esed û bi wî awayî PKK rê nade kurd bi ti awayekî bigehin mafên xwe.’’