Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî li ser twitterê diyar kir, komîsyona hilbijartinan a Iraqê, du kursiyên PDKê betal kiriye.
Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî da zanîn, desteya dadwerî ya komîsyona hilbijartinan a Iraqê, du kursiyên PDKê yên ku bi rêya kandîdên serbixwe hatibûn bidestxistin, betal kiriye.
Hoşyar Zêbarî herwiha eşkere kiriye, betalkirina kursiyên PDKê “lîstikek siyasî” ye ji ber wê jî encamên hilbijartinan lekedar kiriye.
Zêbarî destnîşan kiriye, hilbijartinên Iraqê dadperwerane û pak bûn, lê encamên hilbijartinan ne dadperwerane bû.
Li gorî encamên ku ji aliyê komîsyona hilbijartinan a Iraqê ve hatibûn belavkirin, PDKê di hilbijartinên 10ê Cotmeha îsal ên Iraqê de, 33 kursî bi dest xistibû. Eger du kursî bên betalkirin, wê çaxê kursiyên PDKê dadikevin 31 kursiyan.