Kî beşdarî xwepêşandanên xwendekaran li Silêmaniyê bû?

Xwepêşandanên xwendekaran ku berî ya 2 roj an li Başûrê Kurdistanê dest pê kiribûn berdewam dikin. Xwepêşandana ku ji bo vegerandina bûrsên ku berê ji bo xwendekaran dihatin dayîn li Silêmaniyê dest pê kir.

Lê reng û armanca vê xwepêşandanê ji alîyê hinek provaktoran ve hat guhertin. Bi taybetî roja Sêşemê, kiryarên neqanûnî yên weke hêrsbûn, ziyan gihandina mal û milkên giştî, pêwîstiya cudakirina xwepêşanderan eşkere kir. Daxwazên mafdar ên xwendekaran di bin siya provokasyona kesên ku di hilbijartinên 10 ê Cotmehê yên Iraqê de têkçûn ji bo wan vegerîya qada tolhildanê.

Daxwazên xwendekaran

Ev çendîn sal in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji xeynî îmkana çî yên lê mayîn û razanê, bêyî ku ti cudahîyekê bike, ji her xwendekarekî zanîngehê re mûçe didan. Piştre, dema ku hikûmeta navendî bûdceya Herêma Kurdistanê birî, ev yarmetîya xwendekaran jî hate qutkirin. Di destpêka perwerdehiya îsal de xwendekaran ji bo ku hikûmet careke din mûçe bide wan daxuyanî û bangawazî kir.

Lê bûyer ji nişka ve ber bi bê kontrol û êrîşkarî ve çû. Xuya ye komek siyasetmedarên dixwezin ji vê xwepêşndanê sûd wergirin hene ku ne xwendekar in û dixwazin tola xwe vekin.

Hevalbendiya xerakaran

Di navenda bûyerên xwendekarande, hin layan û kesên ku hem tifaq kirin, hem jî bi hêrsa têkçûnê êrîşkar bûn hene. Di nav van de navê sereke Newey Nu, tevgera Şasiwar Ebdulwahid e û li kêleka wê jî PKK ye. Komela Îslamî a ku Elî Bapîr serokatiya wê dikir û di hilbijartinan de nekarî parlemanekê jî bigire jî bi van her du aliyan re tevdigere. Helbet Lahor Cengî jî heye ku nikarîbû eşkere tevbigere lê dîsa jî piştgirî dide bûyerên wêrankar.

Di nava zanyariyên bi dest ketine de, PKK beşek ji wan 2-3 yêkîneyên hêzên ku berê li derdora Germiyan û Kerkûkê di bin navê xweparastina cewherî de cîbecî kirî bûn, anîne Silêmaniyê. Ya rastî ev komên çete yên ku ji aliyê PKK ê ve hatine perwerdekirin, pêkhateya sereke ya alozî û xirabkarî ne.

Alî Bapîr jî beşdarî çalakiyan dibe. Bi taybetî jî li Helebce kadroyên xwe tevlî çalakiyan dikin.

Li aliyê din, Newey Nu heye. Partiya Şasiwar Ebdulwahid, ku deyndarê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û her dema ku mijara deynan derkeve pêş, bi rêya partiya xwe hewl dide, li ser vê pirsê bigire, loma jî hêza sereke ya van alozîyan ev rastîye ye. Di vê mijarê de Şasiwar Ebdulwahid û PKK di nava hevkariyeke mezin de ne. Di tevahiya xwepêşandanan de RojNews a PKK ê û NRT ya Şasiwar weşanên hevbeş dikin. Her du alîyan jî hewldanek taybetî dan ku van bûyerên xerabkar li derveyî helwesta xwe vebêjin. Agahiyên derew belav kirin.

Çapemeniya PKK ê ev bûyer anî asteke wisa ku ev bûyerene di navbera bilindbûna dolar û ewro ya li Tirkiyeyê û xwepêşandanên Silêmaniyê de têkiliyeke nayê fêmkirin çêbike. Weke her carê hewl da bûyerê weke pirsgirêka PDK ê nîşan bide, ne weke pirsgirêka hikûmetê.

Dema despêkirina van bûyeran pirr balkêş e

Mafê her wilatîyekê heye ku di çarçoveya qanûnan de xwenîşandana pêk bîne. Ji bo xwendekaran ev mafe pêkanîn watedartir e. Erka hikûmetê ye ku guh bide pêdvîyên xwendekaran û guhdarî wan bike. Lê belê divê destûr neyê dayîn ku bi hinceta xwepêşandana şewitandin, hilweşandin û êrîşê bibe ser sazî û dezgehên hukûmî. Bi taybetî jî nayê qebûlkirin ku tifaqeke xerab daxwazên xwendekaran ji bo armancên xwe yên sîyasî bike amûrek xerabkarî.

Hêjayî gotinê ye jî ku ev yek jî me dide fikirandin ku hêzên din li pişt provokasyona bûyerên xwendekaran ên di serdema çawaniya avakirina hikûmeta Iraqê û danûstandinên ligel kurdan de hene.

Îranê ji bo pêşîgirtina ava kirina hikûmeta nû li Iraqê provokasyonên mezin çêdike. Di xwepêşandanên Bexdayê de kuştina 3 kesan û êrişkirina ser serokwezîr Kazimiye hemû provokasyonên Îranê bûn. Tê zanîn ku Îran hewl dide Herêma Kurdistanê jî bike nava vê pêvajoya alozîyê. Her sê hêzên ku bûyerên xwendekaran provoke kirine, bi Îranê hevkar û peywendîdarin.

Ji bo vê yêkê jî divê daxwazên rastî yên xwendekaran û provokator ji hev bên cudakirin û ji raya giştî re bê nîşandan ku esasê mesele çi ye. Ji ber ku kesên xwe pişt van talabîyên xwandekaran veşartî, armanca wan tenê xwendekaran weke amûr ji xwe re bikartînin û herî zêde jî xandekar wê liv î babetî de mexdûr bibin.

Lahor cengî û PKKe û yekîneyên şewitandina Ala Kurdistanê û saziyên hikûmî

Ya rast di roja yekem de xwendekaran bi awayek normal û dûr ji provokasyona daxwazên xwe beyan kirin, lê piştre hin kes û aliyên siyasî xwest têkevin nava van xwepêşandanan de û ji boy berjewendiyên xwe bikar bînin, yek ji wan Lahor Cengî Burhan hevserokê ji kar der kirî yê YNKê bû, Lahor bi alîkarîya PKKê tev alîgrên xwe û PKKê xistin nava xwendekaran de ji boy ku xwepêşandana ber bi alozî û tevlîhevîyan bibin û bi vî awa ji aliyekê givaşên li ser hikûmeta herêma kurdistanê zêde bike û ji aliyekê din jî wusa bide xuya kirin ku hêjan hîza wî heye û dikare bi rêya xwepêşandanan alozîyan ji boy YNKê û rayedarên wê dirust bike.

Li gor agahiyên taybet yên ku bi dest me ketîn, tu yek ji wan ciwanên bi binpêkirina Ala Kurdistanê û şewitandina saziyên hikûmî û hîzbî rabûy xwendkar nîne, belku ew endamên yekîneyên parastina cewherî ne ku ji hêla PKKê ve hatine erkdarkirin, lê ev care ew li ser navê “Bizava Tişrînê” tev digerin û di daxuyaniya wan de ev yek bi zelalî xweya dibe ku çêkrî û alîgirên PKKê ne, jiberku di yekem daxuyaniya xwe de basî şewtandin û êrîşên li ser avahiyên hikûmî û hîzbî li Herêma Kurdistanê û hilgirtina çek li dijî hikûmeta herêmê dike, ev yek jî bi zelalî çendîn caran ji aliyê PKKê hatye encamdayîn û bi belge ve hatiye îsbat kirin, baştirîn belge li ser vê yekê jî xwepêsandanên berê yên herêma kurdistanê bûn, dema yekîneyên çêkrî yên PKKê bajar bi bajar digerîyan û saziyên mîrî di şewtandin, tista herî balkêş û dûr ji exlaq ku ji bilî PKKê û alîgrên wê ti kes din ne curet dike û ne jî qebûl dike, pêlêkirina Ala Kurdistanê bû. Çendîn alîgrên PKKê ku rûyê xwe veşartiye bi raxistina Ala Kurdistanê li ser erdê, ajovanên tirombêla neçar kirin bi ser wî ala de biçin.

Ev bûyer bi zelalî xweya dikin ku PKKe bi hêsanî dest ji qeyûmê xwe yê di nava YNKê de anku “Lahor Cengî Burhan” ber nade û wê her karekî encam bide da ku dîsa desthelatên qeyûmê xwe vegerîne.

Pustên heman beş