Du ji kesayetî û Pêşmergeyên YNKê, ji hêla asayîşa parêzgeha Helebce ve, bi sûça veguhestina çekan ji boy rêxistina PKKê hatin girtin.
Êvarîya roja sêşemîya rabûrî 23/11/2021ê, du kes ku Pêşmergehên YNKê ne, bi sûça veguhestina çekan ji boy rêxistina PKKê bo nava Helebce hatin desteser kirin.
Navên herdu kesan wusane:
“W. B. Hawarî” Pêşmergehê YNKê ye û berê endamê encûmena niştîmanî a YNKê bû.
“S. H. nasyar bi S. Giryaneyî” Pêşmergehê YNKê ye.
Ev herdu kes ji hêla hêzên asayîşa Helebce ve hatin desteser kirin û duh roja çarşemî 24/11/2021ê, ji boy Silêmaniyê hatin veguhestin.
Agahî xweya dikin ku van herdu kesan, alîkarîya PKKê kirine ji bo ku çekan derbasî Helebce bikin û tevlî xwepêşandanan bikin.