Li Efrînê çekdar di kiryar û binpêkirinên xwe de berdewam in

Li Efrînê çekdar di kiryar û binpêkirinên xwe de berdewam in

Girûpên çekdar di binpêkirin û kiryarên xwe yên ne mirovî dermafê welatiyên Kurd dê li herêma Efrînê berdewam in , herî dawî birîna bi dehan darên Zeytûn û Hinaran bû .

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihan ku li gundê Ikbis yê bi ser navçeya şiran ve , girûpa Siltan Murad 100 darên Zeytûnan yên Sê malbatên Kurd birîn , herweha girûpa çekdar ya binavê Ehrar Elşerqiya li gundê Estîr 40 darên Hinaran birîne.

Li aliyekî din jî , berya Du rojan girûpa El`emşat girte ser konê şîniya malbateke Kurd li navçeya Şiyê û sivkatî û gutinên dûr jî reweştê arasteyî kesûkarên û xwediyên şîniyê kirin , û 5 kes desteserkirin .

Weke jêderê daye zanîn ku ew her bênc kes rastî lêdanê ji aliyê wan çekdaran ve hatin , û piştire 2 kes hatin serbestberdan , lê Hersî kesên din hîn desteserkirîne û çarenivîsa wan nediyar e.

Pustên heman beş