Li Semsûrê û Şirnexê 55 kes bi tometa PKKê hatin girtin

Li Semsûrê û Şirnexê 55 kes bi tometa PKKê hatin girtin

Li bajarê Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê proseya dadgehkirina 61 kesan birêve çû ku bi tometa `endamtî û propagandaya ji bo PKKê` hatibûn desteserkirin, 39 kes ji wan hatin girtin.

Di nava vê salê de li sînorê parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 61 kes bi tometa `endamtî û propagandaya ji bo PKKê` hatibûn desteserkirin û piştî birêveçûna proseya dadgehê, 39 ji wan hatin girtin û 18 jî bi merc hatin azadkirin.

Li gorî zanyariyên ku ji aliyê serdozgeriya komarî ya Semsûrê ve hatine belavkirin, hîn du kes di bin çavan de ne û lêpirsîna li gel wan berdewam e.

Herwiha Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji wan 35 welatiyên bi tohmeta `alîkariya PKKê` hatibûn desteserkirin, bi biryara dadgehê 16 ji wan hatin girtin  û 19 kes jî hatin azadkirin.

Roja Înê 26ê Mijdara 2021ê li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê proseya dadgehkirina wan 7 welatiyan hat dîtin ku lêkolîna ligel wan berdewam bû. Dadgeha Şirnexê bi tohmeta `alîkariya PKKê` biryara girtinê bo 5 kesan da û 2ê din jî bi mercê dadî hatin azadkirin.

Li aliyên li parêzgeha Manîsa ya Tirkiyê di operasyoneke hêzên ewlekariyê de, 6 kes bi tohmeta “endamtî û propagandekirina PKKê” hatin desteserkirin.

Pustên heman beş