Kunsilxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê êrîşa şeva derbasbûyî a DAIŞê li ser Pêşmergehan bi tundî şermezar kir û ragihand, Amerîka wê li ser pişitgrîya xwe ya ji boy hêza Pêşmergehan bidome.
Kunsilxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê îro roja yekşemî 28/11/2021ê daxuyanî li derbara êrîşa şeva bûrî ya terorîstên DAIŞê li ser hêza Pêşmergehan da û ragihand, ew bi tundî wê êrîşa li navçeya Koleco ya girêdayî Germyanê şermezar dikin.
Kunsilxaneya Amerîkayê her wiha dest nîşan kir, Wîlayetên Yekbûyî yên Amerîkayê wê li ser pişitgrîya hêza Pêşmergehên Kurdistanê û hêzên ewlekariyê yên Îraqê bidome û her wiha wê hemû pişitgriyê bide hewlên têkbirina terora DAIŞê.
Di beşeka din a daxuyanîya kunsilxaneya Amerîkayê de, sersaxî ji malbatên şehîdên Pêşmerge re hatîye xwestin û her wiha hêvîya zû çakbûnê ji boy birîndaran.