Topxaneyên Tirkiyê baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirorê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê bombebaran kir.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazi ragihand; îro yekşemê 28ê Mijdara 2021ê topxaneyên Tirkiyê dest bi bombebarankirina baregehên PKKê yên li derdora gundê Hirorê yê ser bi nahiya Kanî Masî ya li navçeya Amêdiyê kiriye.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazi destnîşan kir ku li gundê Hirorê niha zêdetirî 70 mal hene û derdora wî hemû daristan in, car caran şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û PKKê de li wê deverê rû dide.
Herwiha ji ber bombebaranên Tirkiyê zirar û ziyan digihîje xelkê gund, lê belê di bombebarana îro de heta niha zirar negihîştiye can û malê kesekî.
Hat hînbûn Ji ber bombebarana îro ya Tirkiyê li derdora gundê Hirorê, xwendekarên dibistanê naçar man ji tirsan de pêş ku dersên wan bi dawî werin dibistanê bi cîh bihêlin û vegerin malên xwe.