Serokê Baroya Diyarbekirê parêzerê Kurd Tahir Elçî 28ê Mijdara 2015an di dema civîneke rojnamevanî de, li ser minareya Çarling a Diyarbekirê, hatibû kuştin.
Îro 28ê Mijdarê di 6emîn salvegera kuştina Tahir Elçî de çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin û bi çalakî û merasîmeke girseyî Tahir Elçî hat bibîranîn.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, derbarê kuştina wî de dosye amade kir û di çarçoveya komkirina belge û lêkolînan de sê polîs û çar sivîl bi tohmeta kuştina Elçî, hatin tohmetbarkirin û daxwaza cezayê zîndankirina sê heta neh sal û cezayê 45 sal zîndakirina kesekî din bi navê Ugur Yakişir kir ku reviyaye derveyî welat û di heman rojê de bikujê du polîsan bûye.
3ê Nîsana 2020ê 10emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, dosyeya tawan a dosyeya bikujên Tahir Elçî pesend kir û roja 21ê Cotmeha 2020ê rûniştina yekem a dadgehkirina bikujên Tahir Elçî hat kirin.
Desteya Dadweran di vê rûniştinê de bi hinceta “xemsariya biqest ku bû sedema kuştina Tahir Elçî” biryara hiştina dosyeya cezakirina sê polîs û çar sivîlên da û biryara azadkirina wan a bi merc hat dayîn heta rûniştina duyem a dadgehkirinê. Biryara dadgehê bû sedema nerazîbûneke zêde ya Baroya Diyarbekirê û parêzerên Tahîr Elçî.
Sêyemîn rûniştina Doza Tahîr Elçî li 10emîn Dadgeha Cezaya Giran a Diyarbekirê hat dîtin. Daxwaza baroyên Êlih, Bedlîs, Agirî, Mêrdîn, Wan, Mûş û Komeleya Rojeva Mafên Mirov ji bo beşdarbûna dozê ji aliyê dadgerê dozê ve hat redkirin. Dozê bi îfadeya şahidên bûyerê û axaftinên parêzeran dewam kir.
Piştî axaftina parêzer û şahidan dadgehê ji bo kêmasiyên di dosyeyê de têkildarî dimenên kamerayê yên hatine jêbirin û kêmasiyên din werin temamkirin doz ji bo 12ê Çileya 2022an hat paş xistin.
Parêzer Tahir Elçi di sala 1966an de li Cizîrê ji dayik bûye. Perwerdeya seretayî û navendî li navçeya Cizîrê dîtiye. Di sala 1991ê de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê der çûye. Tahir Elçî, ji sala 1998 heta sala 2006ê di Rêveberiya Baroya Diyarbekirê de cih girtibû û sala 2012an jî weke Serokê Baroya Diyarbekirê hatibû hilbijartin.
Elçî bavê 2 zarokan bû û zimanên Ingilîzî, Almanî, Tirkî û Kurdî dizanî û wek çalakvan û parazvanê mafên mirovan dihat naskirin ku di vî warî de hejmarek xelat wergirtibûn.
Xelata Weqfa Demokrasiya Civakî (2015)
Xelata Weqfa Navnetewî a Hrant Dink (2016)
Xelata Odeya Pizîşkan a Amedê ya Demokrasî, Dostayetî û Aşitiyê (2016)
Xelata Konseya Baroyên Ewropa ya bi navê Xelata Mafên Mirov (2016)
Xelata Şaxa Stenbolê ya Mafên Mirov (2016)