Çekdarên PKKê zarokekî din ê 13 salî revandin

Çekdarên PKKê zarokekî din ê 13 salî revandin

Çekdarên PKKê li gundekî bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê zarokek revandin.

Çalakvanê siyasî li Rojavayê Kurdistanê, Newroz Bîco ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê yên xwe wek “Ciwanên Şoreşger” didin nasîn, duhî li gundê Kebka yê Hesekê zarokekî 13 salî bi navê Hemîd Ehmed Nafiz revandin.

Wî çalakvanî her wiha got, heta niha malbata wî nizanin kurê wan li ku ye.

Çend roj berê jî çekdarên PKKê li Amûdê 3 keçik revandibûn.

Ev çend roj in li bajarên Amûd û Qamişlo malbatên revandiyan xwepêşandan dikin û daxwaz dikin zarokên wan bên berdan.

Pustên heman beş