Li bajarên Colemêrg, Bedlîsê û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û bahozê hat dayîn.
Rêveberiya saziya keşûhewayêya herêmê derbarê egera berf û bahozê de daxuyaniyek belav kir. Li gor daxuyaniyê tê texmînkirin ku ji demjimêrên nîvro û pê ve li hemû parêzgehên herêmê bahozeke bi hêza 70 û 100 kîlometreyî çêbibe.
Li gor daxuyaniyê, derbarê rewşa hewayê de jî tê gotin ku li gor şert û mercên demsalê germa di navbera 6 û 10 pileyan de dê zêde bibe û tê texmînkirin germahî li Colemêrgê 17, li Wanê 15, li Mûş û Bedlîsê jî 14 pile be.
Ji bo bûyerên wek hilweşîna banê avahiyan, jehrîbûna xaza sobeyê, ketina dar û stûnan hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.
Li stenbol û hejmarek parêzgehên dinên Tirkiyê jî 29ê mijdara 2021ê bahoz rabû û di encam de 4 welatiyan canê xwe ji dest dan û 38 kes jî brîndar bûn û zerareke zêdeya madî jî çêbû, her wiha li 10 parêzgehan ji ber bahozê dibistan bo rojekê hatin rawestandin.