PDK: Du kursiyên me hatine betalkirin û dê helwesta me hebe

pdk-flag

Di yekem karvedana xwe de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nerazîbûna xwe derbarê guhartina encamên dawiyê yên proseya hilbijartinê û betalkirina du kursiyên wê de nîşan da.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de helwesta PDKê derbarê ragihandina îro ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de nîşan da.

Berdevkê PDKê di daxuyaniya xwe de got: “Piştî ragihandina encamên dawiyê yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve, derket ku du kursiyên ku destkeftên yasayî yên du kandîdên me li parêzgehên Hewlêr û Neynewayê bûn, hatin betalkirin”.

Berdevkê PDKê aşkere kir ku Polîtburoya PDKê dê ji bo vê mebestê bicive û got: “Ji ber vê yekê, piştî encamdana civîna Polîtburoya partiya me, em ê helwesta partiya xwe derbarê vî karê nerewa de rabigihînin”.

Pustên heman beş