51 koçber di tankêrekê sotemeniyê de hatin girtin

wan-kocber-afghanistan-kurdistan-turkey

Li navçeya Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di nav tankêreke sotemeniyê 51 koçber hatin girtin û 4 gûmanbar hatin desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Emnî ya Wanê tîmên Şaxa Deriyên Sînorî û Qaçaxçîtiya Koçberan di çarçoveya têkoşîna dijî qaçaxçîtiya koçberan tankêreke sotemeniyê daye rawestandin û di nav tankêrê 51 koçberên Afxanî hatine girtin.

Herwiha di encama lêgerîna tîmên Şaxa Têkoşîna Tawanên Narkotîk de jî di çenteyên koçberan de 16 kîlo û 380 gram esrar hatiye dîtin û derbarê bûyerê ajokarê tankêrê û 3 koçberên Afxanî hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan bo ajokarê tankêrê 77 hezar û 531 lîreyê Tirkî cezayê pere hatiye dayîn.

Pustên heman beş