26 welatan vîrûsa nû “omîkron” li herêmên xwe ragihand

omîkron-كوردستان-kurdistan

Vîrûsê Korona ya nû ku bi “Omikron” hatîye nav kirin û ji aliyê rêxistina tenduristiyê ya cîhanê ve wek “jêderê dilgiraniyê” hatîye bi nav kirin, tenê di hefteyekê de piştî ku yekem doz hatîye dîtin, gihîşt hejmarek mezin a welatan.

Komara Afrîkaya Başûr li hefteya rabûrî ragihand ku wê yekem doza “Omikron” tomar kirîye, lê heya îro 77 doz hatne dest nîşan kirin.

Her wiha herdu dewletên Erebî, Erebistana Siûdiyê û Îmaratê her yêk ji wan hebûna dozekê bi tenê ragihandin.

Ji hêla xweve Ustiralyayê îro yekem doza vê vîrûsê ragihand ku li cem geştiyarekê Qeterê heye, lê belê Qeterê hêjan diyarnekirîye kanê vîrûsa nû li cem wê peydabûye yan ne.

Eve jî lîsta wan welatane ku Omikron lê derketîye:

  • Erebistana Siûdiyê: 1 Doz.
  • Îmarat: 1 Doz.
  • Amerîka: 1 Doz.
  • Nemsa: 1 Doz.
  • Belcîka: 11 Doz.
  • Komara Çîk: 1 Doz.
  • Ispanya: 2 Doz.
  • Norwêc: 2 Doz.
  • Berazîl: 2 Doz.
  • Japon: 2 Doz.
  • Îsraîl: 2 Doz.
  • Swêd: 3 Doz.
  • Nîjerya: 3 Doz.
  • Korya Başûr: 5 Doz.
  • Danîmarka: 6 Doz.
  • Hong kong: 4 Doz.
  • Keneda: 6 Doz.
  • Ustiralya: 7 Doz.
  • Firansa: 9 Doz.
  • Almanya: 9 Doz.
  • Îtalya: 9 Doz.
  • Portogal: 13 Doz.
  • Holanda: 16 Doz.
  • Botiswana: 19 Doz.
  • Berîtanya: 32 Doz.
  • Afrîkaya Başûr: 77 Doz.

Pustên heman beş