Wezareta Derve ya Amerîka derbarê êrîşa DAIŞê li ser hêza Pêşmerge û welatiyên gundên Mexmûrê de tekez kir, ew di hevkariya bi Pêşmerge re berdewam dibe.
Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, Amerîka ji berdewamiya êrîşên DAIŞê yên li seranserî Iraqê û bi taybet êrîşa li Mexmûrê ya tê de 10 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne dilgiran e.
Wezareta Derve ya Amerîka sersaxî li malbatên şehîdan kir û pabendbûna Amerîka ji bo piştevanîkirina li hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge dubare kir.
Şeva 2ê Berfanbarê çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encam de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.