Îro roja yekşemê, 05.12. 2021ê hemû şêniyên gundên Lihêbanê yê ser bi nahya Sergeranê ya navçeya Dubiza Kerkûkê ji gundên xwe derketin û gund valakirin.
Muxtarê gundê Lihêbanê Kakeşîn ji kanala Kurdistan24ê re aşkere kiriye wan bi temamî gundên xwe vala kiriye û daye zanîn ku li gund bi tenê 10 mal lê bûn û wan malan jî biryar daye îro ji gund derbikevin.
Ji ber êrîşên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bo ser gundê Lihêbanê şêniyên gund ji gundên xwe derdikevin. Terorîstên DAIŞê ji valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê îstîfade dikin û rojane êrîşî xelkê medenî dikin. Di havîna sala borî de li gundê Lihêbanê 65 mal hebûn û di heyama 3 qonaxan de gundî ji malên xwe derdikevin û gundên xwe bi cî dihêlin.
Hêzên ewelehoyê yên Iraqê ji 16ê Cotmeha 2017an heta niha nikarîne valahiya ewlehiyê tijî bikin û rê jî nayê dayîn hêza Pêşmerge vegere û xelkê û herêmê biparêze.