Di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn

Di êrişa DAIŞê de 4 Pêşmerge şehîd bûn

Li gundê Qere Salim li devera Şêx Bizênî li Kerkûkê çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser hêzên Pêşmerge kirin, Pêşmerge rûbirûbûyî êrîşê bûn û endamê de şehîd û birîndar hene.

Li gor agahiyan, hêza Pêşmerge rûbirûyî êrîşa DAIŞê bûn û di navbera wan şer û pevçûn derket.

Di wê derbarê de Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, şeva 5/6 Berfanbarê teroristên DAIŞê êrîşî ser hêzên Pêşmerge li nêzîkî gundê Qere Salim kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di encama êrîşa tirsonek de şehîd û birîndar di nava rêzên Pêşmerge de hene.

Diyar kir jî, hêzên Pêşmerge bersiva terorîstan dan, terorist reviyan û niha rewşa di bin kontrola Pêşmerge de ye.

Li gorî agahiyan, şeva borî du pêşmerge şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn lê îro danê sibê du pêşmergeyên birîndar şehîd bûn û hejmara şehîdên êrişa şeva borî gihîşt 4 kesan.

Navê wan pêşmergeyên ku şehîd bûne, wiha ne:

Şehîd neqîb Mesûd Telet, xelkê nahiya Sêgirdkan

Şehîd Nehro Nacî, xelkê nahiya Daretû ya Hewlêrê

Şehîd Hejar Celal, xelkê Kerkûkê

Şehîd Rêkan Tofîq, xelkê gundê Mam Zawa yê Hewlêrê