Berpirsekî PDKê dibêje, çekdarên PKKê li ser çiyayê Qereçox yê Mexmûrê bicîh bûne û nahêlin Pêşmerge li wir bicîh bibin û şerê DAIŞê bikin.
Berpirsê PDKê li Mexmûrê, Ebdullah Tahîr ji BasNews êre got, çekdarên PKKê li ser çiyayê Qereçox bicîh bûne û senger danîne, terorîstên DAIŞê li ber çavan wan re derbas dibin û ew jî tiştekî nabêjin wan!
Ebdullah Tahîr her wiha got, çekdarên PKKê rê nadin Pêşmerge bo parastina xelkê deverê li wan deveran bicîh bibin. Lê biryar hatiye dayîn navendên operasyonan bên aktîfkirin û operasyonên hevbeş li dijî DAIŞê bên kirin.