Serok Mesûd Barzanî îro 6/12/2021ê pêşwazî li desteya hilbijartî ya Konfederesiyona Revenda Kurdî û federesiyonên di wê Konfederesiyonê de endam in kir.
Di hevdîtinê de, Serok Barzanî pîrozbahya birêveçûn û serkeftina Kongreya Konfederesiyona Revenda Kurdî li Hewlêrê kir û herwiha pîrozbahî li hilbijartina Desteya Konfederesiyona Revenda Kurdî kir û hêviya serkeftinê di rêkxistin û hevahengiya zêdetir di nava revenda Kurdî de ji wan re xwast.
Herwiha Serok Barzanî di gotinekê de destnîşan kir, doza netewa Kurd di pêşiya berjewndiyên partî û kesan de ye û partî tenê amrazek e ji bo xizmetkirina armanceke mezintir.
Di dirêjiya gotina xwe de, Serok Barzanî tekezî li peyama aştîxwaz a gelê Kurd kir û daxwaz kir ku Konfederesiyona Revenda Kurdî bibe hokareke bi bandor ji bo nasandina jenosyd û zulmên di derheqê gelê Kurd de hatine kirin.
Serok Barzanî ronahî xiste ser dîroka tevegera rizgarîxwaz a Kurdistanê û vîna gelê Kurd ji bo man û berevanîkirina li nasname û xebata li dijî zordariyê.
Herwiha Serok Barzanî spasiya revenda Kurdî kir ku ji dûrî welat her dem û di qonaxên cuda de piştevaniya daxwazên rewa yên gelê xwe kirine.