HSDe wê bibe beşek ji artêşa Rejîma Sûryê

قوات سورية الديمقراطية-hsd-qsd-pkk-kck-cemil-bayik

Biryar hatîye girtin ku Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDe, bibe beşek ji artêşa Rejîma Sûryê, ev biryar di civîna rojên rabûrî a nêvbera PYDê, nûnerên Rûsya û Rejîma Sûryê de çêbûye.

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» li Rojava Kurdistanê eşkere kir, di civîna roja 2 dîsambera 2021an, li bajarê Qamişlo ya Rojava Kurdistanê, civînek li nêvbera PYDê, Rejîma Sûryê û Rûsyayê hat li darxistin, xeteriyên li ser Bakur û Rojihilata Sûryê (Navçeyên jêr desthilata Rêveberîya Xweser a PKKê), her wiha çarenivîsa Hêzên Sûryaya Demokratîk HSDê, baskê leşkirî yê PYDê, mijarên nîqaşê yên vê civînê bûn.

Li gorî agahiyên destê me, di wê civînê de li ser daxwazî û heza Rêveberîya PYDê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê û Rêveberîya bi navê Rêveberîya Xweser, Hêzên HSDê wê bibin beşek ji artêşa Rejîma Sûryê.

Di civîna 2 dîsamberê de, biryar bi razîbûna sê alîyan hatîye girtin, lê belê pêvajo û mekanîzma tevlîkirina Hêzên HSDê di yekeyên artêşa Sûryê de ji boy civînên rojên pêş me hiştine.

Tevgera ku HSDe bi artêşa Beşar re bibin yek li çi demekê destpêkirbû?

Rêveberîya Rojava Kurdistanê ku bi Rêveberîya Xweser tê nas kirin, tam li jêr bandora Rêxistina PKKê ye û bi telîmatên Qendîlê tev digere, li meha novêmbera sala 2019an bo yekem car hewlên wê ji boy tevlîkirina HSDê bo nava artêşa Rejîma Sûryê dest pê kirin.

Îlham Ehmed Hevseroka Cibicîkar a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) baskê siyasî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk,li roja 1 novêmbera sala 2019an ji ajansa Spotnik ya Rûsyayê gotbû: Ku HSDe bibe beşek ji artêşa Sûryê di rojeve me de heye, lê belê ez nabêjim ev yêk wê di saetekê de, yan di rojekê de pêk were, ez dibêjim em dikarin nîqaşê li ser vê meselê bikin.

Îlham Ehmed li wê demê gotbû: Em amadene tevlî artêşa Rejîma Sûryê bibin.

Pêşî van daxuyanyên Îlham Ehmed ê, wezareta berevaniyê ya Sûryê bang li HSDê kir tevlî artêşa Sûryê bibin û got ku ew amaden wan di nava xwe de qebûl bikin.

Paş van hewlên Rêveberîya Xweser û banga wezareta berevaniyê ya Sûryê, yekeyên artêşa Sûryê bi razîbûna HSDê û li jêr çavdêrîya Rûsyayê ketin di hinek navçeyên Rojava Kurdistanê de, ev yêk li 9 oktobera 2019an pêkhatbû.

Cemîl Bayîk serperiştîya pirsa tevlîbûnê dike

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» dest nîşan kirine, Rêveberîya Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê û Rêveberîya Xweser ji meha oktobera îsalê bi ferman û telîmatên Qendîlê hewlên çêkirina civîna li gel Rejîma Sûryê dest pê kirine, ev civîn jî li roja 2 dîsamberê pêkhat.

Cemîl Bayîk hevserokê KCKê, li 26 oktobera îsal 2021 ê ji boy rojnameya El Nehar ya Libnanî daxuyanî da û gotbû: Em tu caran nikarin li dijî Beşar Esed derkevin, her wiha gotbû ku Hafiz Esed bavê Beşar Esed, têkiliyên herî baş bi Ebdulla Ocalan re hebû.

Çavdêrên siyayê û yên ku rewşa Rojava Kurdistanê dişopînin, rexneyên herî dijwar li Cemîl Bayîk girtin û ev daxuyanî weke vegerîna ji boy baweşa Rejîmê analîze kirin.

Rêxistina PKKê ev 43 sale bi vê siyaseta xwe ya şaş gelê Kurd dixapîne, di cewher de ew ji boy berjewendîya dewletên dagîrker tev digere, eynî tecrube li Rojava Kurdistanê test kir û paş 11 hezar şehîdan ji keç û ciwanên Rojava, car din biryar girt ku ew vegere baweşa Beşar Esed û Rojava Kurdistanê careke din bike beşek ji wê rejîma ku hêjan li ser înkar kirina Kurdan mukre.