Daxuyaniya KNK ê a du rû û mîsyonê wê yê rast çî ye ?

Rêxistina PKK ê ya Ewropa KNK ê, der barê êrîşa çeteyên Daîş ê ya li ser gundê Xacîce yê ser bi Mexmûrê ve ku 10 pêşmerge û 3 hemwilatîyên sivîl canê xwe ji dest da bûn, daxuyanîyek belav kirin. Di daxuyaniyê de ji Kurdan hat xwestin ku li dijî êrîşên çeteyên Daîş ê bibin yek û berjewendiyên xwe yên partiyê li hêlekê bihêlin.

Dema ku em di çarçûveya giştî de li daxuyaniya KNK ê dinêrin, ev daxuyanî rast e, lê eger li gorî kesên ku daxuyanî dane, têkilî û xebatên wan kesan were nirxandin, tê dîtin ku ev daxuyanî bi serê xwe daxuyaniyek du rû ye. Ji ber ku di daxuyaniyê de tenê yek ji dijminê kurdan weke dijmin tê behs kirin. Daîş ne tenê dijminê Kurdan e. Di rastîyê de Heşda Şabî jî versîyonek Daîş ê yê baskê Şîe ye. bi qasî Daîş ê ji bo Kurdan tûndrew û metirsîdar e. Gelo KNK Heşda Şabî wek dijmin dibîne?

Me qed ne bihîstî ye ku KNK di derbarê êrişên Heşda Şebî bo ser Hewlêrê daxuyanî belav kiribe. Û heman dem bang nekir û ne gotîye “gelî partîyên Kurdan dest ji berjewendiyên xwe berdin û li dijî Heşdî Şebî bibin yek û tekoşîn bikin” Kesên ku dîroka KNK ê û rêxistina wê ya esasî dizanin jî vê yeke baş fêm dikin. Ji ber ku KNK avabûnek e ku ji bo berjewendiyên PKK ê hatiye organîzekirin. Ji ber vê sedemê ne mimkûn e ku li Iraqê li dijî hevalbendê PKK ê ango Heşda Şebî bi karibe daxuyanî bide. Ji ber ku ev helwest berevajî siyaset û mîsyonê KNK ê ye.

KNK xwedî dîrokeke dirêje ku pêdvî lêkolînê dike. Ev ne mijara sereke ya nivîsa me ye. Lê em dizanin ku ew rêxistineke ku PKK ji salên 1990 î ve ava kirîye. Di despêka damezrandinê de hinek şexs û derdorên welatparêz dinava wê de cî digirt. Lê bi demê re KNK bo rêxistineke girêdayî PKK ê û ji aliyê hinek siyasetmedarên berê û kadroyên PKK ê ve hat birêvebirin.

Her çend KNK netewa Kurd û yekîtiya netewî ya Kurd ji xwe re weke mertal bi kar tîne jî lê di rastî yê de, PKK vê rêxistinê weke piyon ji xwe re dişixulîne. Ji alîyê kadroyên PKK ê yên Ewropa Nîlûfer Koç, Adem Ûzun, Zubeyir Aydar, Remzî Kartal ve tê birêvebirin. Naveroka kongreyê, rêveberiya kongreyê, hevserokên wê û hwd. Hemî rasterast ji hêla Qendîlê ve têne destnîşankirin. PKK endamên KNK ê li gorî berjewendiyên xwe yên demkî wek piyon çep-rast, pêş û paş digerîne. PKK, KNK ê weke sazîyek bêbandor û tenê ji bo armancên pêşandanê bikar tîne.

Di van salên dawî de wezîfeya sereke ya KNK ê bûye “qulba dijberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK ê” Di nava pêvajoyê de hemû kesên ji PDK ê sil bûyî û neyarî ya PDK ê dikin li KNK ê kom bûne. Yên ku herî zêde li ser maseyên baregeha KNK ê li Brukselê rûniştî ne, êrîşî Barzanî dikin û ji bo PKK ê dibin endamên KNK ê yên îdeal. Carnan ji bo kêfa van kesan konferans, komxebat û hwd tên lidarxistin. Bi organîzekirina civînan ve rengvedana piçûk di de jiyana wan xebatkarên xwe.

Xebatên KNK ê yên li Başûrê Kurdistanê pir ecêptir e. KNK ê li Herêma Kurdistanê hemû hevalbend û cehşên Seddam weke “rewşenbîr” li dora xwe kom kirine. Ji bo Rêveberiya baregahê KNKê yê Hewlêrê jî endamên îstixbarat PKKê têne wazîfedar kirin. Li vir jî karê sereke yê van milîtanan dijatî ya PDK ê û Barzanî kirin e. Çi diz û bêxlaqek hebe tenê bibêje ez dijî Barzanî me dinava KNK ê de dikare cî bigire. Pîvanên endametîya KNK dijatiya Herêma Kurdistanê û bi taybet dijberî ya PDKê ye.

Her çendî tê zanîn ku KNK vîtrîn a  PKK ê ye û armanca wan xera kirina Herêma Kurdistanê be jî, lê dîsa jî hikûmeta Herêma Kurdistanê bi xwinsarî nêzîkatiyê bi wan re dike û destûr da xebat KNK ê. Di bin navê Nûnertiya Başûrê Kurdistanê ya KNK ê de, kadroyên weke Nîlûfer Koç tenê li dijî desthilatdariya Herêma Kurdistanê xebat meşandin.

Bi kurtî, Kongreya ku navekî wê yê mezin wek Kongere Netawa Kurdistanê heye, tenê ji bo valakirina têgeha netewîyetê û xizmetkirina berjewendîyên partîya Pkk ê hate organize kirin. Di heman demê de vê organizasyona Pkk ê, rê li ber “Kongreya Neteweyî ya Kurd” a rast jî girtî ye. KNK bi vê rewşa xwe divê were teşhir kirin. Pêwîste PKK dev ji ‘KNK ê weke gopal’ li dijî Herêma Kurdistanê bikaranînê berde. Beriya her tiştî divê rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê maskeya KNK derbixin û rastîya wê ya PKK bûnê bibinin. Piştre hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin navê yek rêzî û têkiliyên di navbera Kurdan de çi toleransa pêşkêşî vê rêxistina PKK ê neke. Weke mixatabekî dîplomasî nebîne û bi wan re hevdîtin kirinê de hişyar be.

Pustên heman beş