Pêşmerge li Pirdê rastî êrîşeke bi mûşekên katyusha hat

Pêşmerge li Pirdê rastî êrîşeke bi mûşekên katyusha hat

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê Kurdistanê eşkere kirin, sengerên hêza Pêşmerge li mihwerê Pirdê îro danê êvarê rastî êrîşeke ji mûşekên katyusha hat.

Di wê derbarê de Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, îro demjimêr 19:20 hejmarek mûşek arasteyî sengerên Pêşmerge hatin kirin.

Çavkaniyên pêgeha her weha ragihand, 6 mûşekên katyusha ketin xwarê, lê negihîştin aramncên xwe û ti ziyan jî negihîşt hêzên Pêşmerge.

Li gor zanyariyên Darka mazî, mûşekek li nêzîkî gundê Girgite kete xwarê, yeke din li rojavayê gundê Şêrewa ketiye xwarê.

Di nava çend rojên bûrî de hêzên Pêşmerge li heman deverê û deverên din rastî zincîreyek ji êrîşên DAIŞê hatin û di encam de hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd û birîndar bûbûn.