Artêşa Tirkiyê li Wanê dest bi operasyoneke nû kir

wan-pkk-eren-12

Artêşa Tirkiyê li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, îro dest bi operasyoneke nû a bi navê Eren Zivistan – 12, li dijî çekdarên rêxistina PKKê kirîye.

Li gorî daxuyanîya îro 8/12/2021ê a wezareta navxwe a Tirkiyê, artêşa Tirkiyê operasyona Eren Zivistan – 12, li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê daye destpêkirin, operasyon bi beşdarbûna 450 leşkerên ser bi fermandarîya cendirme û gundparêzan destpê kirîye ku ji 41 tîmên cuda pêk tên.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” li dijî PKKê li deverên Besta ya sinorê Şirnexê, Amanos ya sinorê Xetayê, dîsan li sinorê Amed û Çewlîgê, li Colemêrgê û sinorê Sêrtê, her wiha li sinorê Bedlîsê û Mêrdînê, Amed û Mûşê hatine encam dan.

Pustên heman beş