KCK ê banga şerê navxweyî li Êzidiyan kir

kck-yazidi-pkk-sinjar-shingal-kurdistan

Rêveberiya KCK ê ji bo Merwan Bedel ê ku di encama êrîşa Sîha yên Tirk a li Şingalê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek belavkir. KCK ê di daxuyaniya xwe de bang li Êzidiyan kir ku hevdu bikujin. Konseya rêveber a KCK ê îdîa kir ku kesên Merwan Bedel şikayet kirî Êzidî ne û xwest ku ji van kesan re mafê jiyanê nehê dayîn.

PKK ê ji Êzdîyan re got: Bêqîmetin

Konseya Rêveber a KCK ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Êzidiyên li Şingalê dijîn berpirsê kuştina Merwan Bedel in û ji van kesan wê hesab were pirsîn. Her wiha bang li Êzidiyan kir ku li Şingalê mafê jiyanê nedin wan kes a. Di daxuyaniya KCK ê de ji Êzidiyan re gotin hûn “Tirşikçî” ne. Daxuyaniya  KCK ê wiha berdewam kir: “Êzidiyên ku li ser bûyerên Şingalê îstîxbarat dayîn, wê di dîroka Êzidiyan de bi xiyanet û xerabiya xwe her tim werin bîranîn. Berê, ji van kesên wiha re dihate gotin gelê xwe ji bo tasek şorbê difiroşin; Li Kurdistanê di bejin wan tirşçî. Tirşikçî yên îro jî seba çend pêdvîyan destxwe bixin vî karî dikin.” Daxuyanîya KCK ê wiha berdewam kir: “Divê Êzidî van kesan ji nava civaka xwe dûr bixin û ew nikaribin di nava civakê de bijîn. Ev kesan ne layiqin k udi nava axa pîroz a Êzidiyan de bijîn.” Wisa tê fikirîn ku ev gotinên PKK ê wê di nava Êzidiyan de qonaxeke tengezarî bide dest pê kirin û ev jî wê bibe sedema cînayet û kuştinên navxû.

Berê jî PKK ê êrîşî Êzidiyan kir

Şeva 31 ê Tebaxê, PKK ê bombeyek li pişt mala xebatkarê Asayîşa rojava yê Dîcle li kempa Êzidiyên a Qadiya (Zaxo) kir bo. Şex Hasan Îbrahîmê ku di bûyerê de hedef hat girtin birîndar bû û 2 zarokên wî, yek mehî û 9 salî jiyana xwe ji dest da bûn. Derket holê ku berpirsê asayîşa Şêx Hesen Îbrahîm berê jî ji aliyê PKK ê ve hatiye tehdîtkirin. Ev bûyer piştî gefên Mirad Qarayilan ku gotibû ew ê tola Seîd Hasan vekîn, rûda. Her kes hemfikre ku berpirsê vê bûyerê PKK ye.

Lê PKK ê îdia kir ku di deqeya ewil a bûyerê de balefirên şer ên Tirkiyeyê li kampê xistine. Berpirsyarîya bûyerê qebul red kir. Çend roj piştî vê bûyerê li ser rêyên hin gundên êzdiyan hinek mayînên çandî,hatin dîtin. Ev rê rêya derbasbûna fermandarên pêşmerge yên êzîdî bûn.

Tê zanîn ku PKK ê ji bo çalakiyên bi vî rengî lîsteyek dirêj ji xwe re çêkirî ye. Lêbelê, ew neçar ma ku dev ji çalakiyên xwe yên li dijî Êzdîyan bicemidîne. Pkk ê ew pêvajoya çalakîyên ku dixwest ser Êzdîyan bimeşîne, piştî têkçûna xwe ya di hilbijartinên Iraqê de, mecbur ma bisekinî ne.

Polîtîkaya PKK ê ya Êzdîyan: parçe bike,parve bike û bi rê ve bibe

PKK beşeke pir biçûk ji Êzdiyan kontrol dike. Kesên li derdora rêxistina PKK ê ya Şingalê kom bûne ji sedî 4 ê şêniyên Şingalê pêk tê. Di hilbijartinên 10 ê Mijdara 2021 an yên parlemena Iraqê de di dehat dîtin ku ji vê girseyê beşeke pir biçûk jî dengê xwe daye PKK ê. Dema dengê eşîrên erebanan ku hevalbendên Pkk ê bûn  ji vê hijmarê were derxistin, dengen Pkk ê li Şingalê derdora 300 dî ne. Li Şingalê Sindûqên dengdanê pesend kir ku Pkkli  wir mêvan e.

PKK li gel hemû hewldanan jî nekarî li Şingalê di nava Êzidiyan de girseyek cidî bi dest xwe ve bîne. Ji bo vê yekê jî Pkk bi bikaranîna hin pirsgirêkên civakî di nava Êzidiyan de dixwaze komekê ji Êzidiyan ji bo xwe veqetîne. Rêûresmên olî û hin mijarên nakok yên hîyerarşîya civaka Êzidîyan de heyî, kûr bike, fitne têxe navmala Êzidîyan û berovajîkirina hin nexweşiyên ku ji demên berê ve hene, berfireh dike. Heman dem PKK hewl di de ku ew cudahîyên çînî yên di nav bera  Êzidîyan de heyî manîpule bike û tovê neyarî li nava civaka Êzdidî de biçîne,li gorî berjewendiyên xwe tevbigere. Ji bo vê jî di hemû pêvajoyên weke hilbijartina Mîr, Bave şêx de dixwest gel tehrîk bike. Li gel van hemû kiryarên xerab jî Pkk ê encama ku di xwest bi dest nexist.

Rêxistinkirina Yekîneya tolhildanê ji ciwanên fanatîk

Niha jî PKK dixwaze tiştê ku bi propagandaya devkî nekariye bike bi çekan bike. Di PKK ê de komeke ciwanên Êzidî ji 30-40 kesan pêk tê hene. Ev ciwanên ku di encama travmaya qetlîama Êzdîya û zirofên xizaniyê de tijî hêrs bûne, ji aliyê PKK ê ve hatin provokekirin û pêkhateyên fanatik ava kirin. Ev kes jî di nava YPG ê de mane û perwerdeya çekdarî dîtine. Niha ew ciwan wek yekîneyên veşartî li kampên nav sînorên parêzgeha Duhokê  de hatine cîbecî kirin. komek pir biçuke lê ev yekîne dikare zirarên pir mezin jî bide.

Li Başûrê Kurdistanê di nava Êzidiyan de alîgirên PKK ê pirr kêm in. PKK bi vê koma biçûk lê fanatîk ve, dixweze tirsê belavbike bi tirsandina mirovan bikşîne ba xwe û ger nikaribe hinek layan û kesan bikşîne ba xwe jî,wan bêbandor dike. Tê zanîn ku PKK bi vî şêwe, xwedî ezmûnek mezin e. Mînak niha jî PKK ne piraniya herî mezin a Rojava ye. Lê bi xêra komek fanatîk a piçûk lê baş organize kirî weke hêza herê mezin dixûyî. Niha jî dixwaze heman tiştî li Şingalê ava bike.

Kê Merwan Bedel îxbar kir?

PKK ê ji bo bûyera Merwan Bedel bike ser pişta PDK ê, kampanyayeke mezin a çapemeniyê da destpêkirin. Di rastiyê de Pkk piştî hezîmata li hilbijartinên Iraqê de wergirtî di babetê Şingalê de xwe bêdeng kiribû. Niha dîsa bi mijara Merwan Bedel derketiye holê. Heyder warto (Engin Karaaslan) ê li nava bajarê Rojava ê ku PKK ê bi rêve dibe de,hate lêxistin û Dr. Huseyîn (Salman Bozkır) li nava wargeha Mexmûrê jîyana xwe ji dest da û hwd Pkk bo çi bêdeng ma. Lêbelê, ev bûyer li cihên di bin deshilatdarîya Pkk ê de qewimî bûn. Loma jî Pkk xwe ker kir.

Mervan Bedel ji aliyê kê ve hatiye îxbar kirin, di cîhana teknîkî ya îro de ne mimkûn e ku mirov bi karibe xwe ji şopandinê biparêze. Bi şopandina teknîkî, têlefonek girtî jî dikare were şopandin. PKK vê rastiyê vedişêre û di her windahiyên xwe de li xayinekî digere. Merwan Bedel li cihekî veşartî ne bû. Di mala xwe bû û ew bi şêwazek normal digerîya.

 û Herwiha cihê ku Merwan Bedel jîyana xwe ji dest da jî, di bin kontrola PKK ê de ye û hemû kontrolên ewlekarî, nîzamî û hatin û çûnê li wir di bin kontrola hêzên girêdayî PKK ê û Heşda Şabî de ne. Yanî ger îxbarkarek hebe jî, divê di nava PKK û Heşda Şabî de be. Ango Îxbar ji nava Pkk ê bixwe çêbû ye.

Ji niha û pê de PKK berpirsyarê her mirinekê ye

PKK ê bang li Êzidiyan dike ku hevdu bikujin û bi vî awayî sonda tolhildanê xwarin jî tê wê wateyê ku di rojên pêş me de, hin bûyerên bikêşe rû bidin. Yanî em dikarin bibêjin ku ji bo her êzidiyekî jîyana xwe ji dest bide yan jî ji bo her bûyerekê li nava Êzidîyan de rû bide em rêbertiya PKK ê berpirs digirîn.

Pustên heman beş