Hingarya dest bi rahênana Pêşmerge dike

Hingarya - peshmarga-المجر-قوات البشمركه‌

Welatê Hingarya bi riya şêwirmendên xwe yên leşkerî, dest bi rahênana Pêşmerge dike.

Şandeke serbazî û dîplomasî ya Hingaryayê bi Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê re civiya tekezî li ser berdewamiya piştevanî û piştgîriya wan ji Wezareta Pêşmerge re ji bo têkşikandina terorê kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, di civînê de bi hûrî pirsa gef û metirsiyên DAIŞê û tevgera teroristan li navçeyê hatin guftûgokirin.

Diyar kir jî, di civînê de tekezî li ser hevahengî û erkê hevbeş di rûbirûbûn û şikandina teroristan hate kirin. Her du aliyan jî, bi girîngî jî behsa pêwendiyên niha yên di navbera Pêşmerge, artêşa Iraqê û Hevpeymanan de kirin.

Li gor daxuyaniyê, Wezîrê Pêşmerge rola Hingarya û hêzên wê bilind nirxand ku di heyama şerê li dijî DAIŞê de alîkar bû. Got jî: “Ji bo şikandin û nehîştina gefên terorê, pêwîstiya me bi alîkariya hemûyan heye.”

Diyar kir jî, şanda serbazî û dîplomasî ya Hingaryayê, Wezareta Pêşmerge dilniya kir ku ew di piştevanî û hevkariya Pêşmerge de berdewam dibin û bi riya şêwirmendên xwe yê serbazî jî dest bi rahênana Pêşmerge dikin.

Pustên heman beş