Hinceta PKKê ji boy daxistina sazî û dezgehên Hikûmeta îraqê li Şengalê çiye?

Hinceta PKKê ji boy daxistina sazî û dezgehên Hikûmeta îraqê li Şengalê çiye?

Îro serê sibê, tevahiya sazî û dezgehên Hikûmeta Îraqê li devera Şengal ji aliyê PKKê ve hatin girtin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Şengalê eşkere kirin, îro bi fermana “Rêveberiya Xweser a Şengalê” ku ji hêla kadroyên PKKê ve tê birêvebirin, bi nivîsarekî tevahiya sazî û dezgehên hikûmeta Îraqê li devera Şengal hatine haydarkirin ku deryên tev sazî û dezgehên hikûmî û sivîl  bigrin û herin malên xwe.

PKKê di nivîsara xwe de ku li ser navê “Rêveberiya Xweser a Şengalê” ji tev sazî û dezgehên hikûmî û sivîl yên Şengalê re şandiye, gefan li wan dixwe ku her kesê vê fermana wan cîbicî neke wê berpirsyar be li himber her karekî li dijî wan bê kirin.

Li gorî belgeyên bi dest pêgeha me ketîn, di vê nivîsarê de PKKe wusa dide xuyakirin ku ji ber êrîşên balefirên Tirkiyê yên li Şengalê tên kirin û tê de kadroyên wê tên hedef kirin ev biryare girtiye, lê belê, tev kadroyên PKKê yên ku li Şengalê hatine armanckirin ji dervey saziyên hikûmî û sivîl hatine armanckirin, ew di nava otomobîlên xwe de û li ser cadeyên Şengalê hatine armanckirin.

Li ser vê mijarê, Çavdêrên siyasî dibêjin, armanca PKKê ji vê biryarê eve ku desthilata xwe ya li Şengalê îsbat bike, ger na PKKe bi xwe jî dizane ev biryar wê bibe sedema êrîşên pêtir yên dewleta Tirkiyê bo ser Şengalê.

بەهانەیا پەکەکێ ژ بۆی داخستنا سازی و دەزگەهێن حکوومەتا ئیراقێ یێن ل شەنگالێ چییە؟

Pustên heman beş