Artêşa Îraqê li derbara rewşa Şengalê daxuyanî da û ragihand ku leşkerekî wan di pevçûna bi alîgrên YBŞê re li Şengalê birîndar ketîye.
Şaneya Ragihandina Ewlehiyê a Îraqê îro 12/12/2021ê daxuyanî li derbarê alozî û pevçûna li nêvbera artêşa Îraqê û yekîneyên berxwedana Şengalê a girêdayî PKKê çêbûye û dest nîşan kir ku bi sedema teqe kirinê û avêtina molotofan, leşkerekî Îraqê birîndar ketîye.
Her wiha diyar kir, leşkerê ku birîndar ketî, ji firqeya 20 a artêşê ye û ew îro ji boy parastina canê xwepêşandêran gihîştbû navçeyê.
Di daxuyanîya Şaneya Ewlehiyê de hatîye ku ewê lêpirsînê li derbara teqeya li artêşa Îraqê û avêtina molotofan dest pê bikin.